Şam – SANA
Encumena Xwendina Bilind, di çarçoveya temamkirina yekkirina pergala xwendina bilind, û xurtkirina lêvegera wê ya akademîk û rêveberî li jêr serpereştîya Wezaretê, çar biryaran distîne; li gorî biryaran hin sazî û şaxên zanîngehan di nava zanîngehên hikûmî yên Sûrîyê de tên bicihkirin.
Yekkirina lêvegera akademîk û rêvebeî
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, di nivîsarekê de bi rêya rûpela xwe ya Facebookê, îro Sêşemê, piştrast kir ku ev biryar wekî tacîdarkirinekê ji bo şopa danûstandin û hevahengîya ligel alîyê Tirkî tê; bi taybetî Encumena Xwendina Bilind a Tirkî, ku di encamê de, ji bo çareserkirina dosyaya sazîyên perwerdehî yên girêdayî Zanîngeha Gazîantepê, û vegerandina wan li çarçoveya pergala xwendina bilind a Sûrîyê, peymaneke fermî li bajarê Gazîantepê hate îmzekirin.
Her wiha El-Helebî bal kişande ser wê yekê ku giringîya van biryaran, tevlîkirina sazî û fakulteyan li zanîngehên hikûmî derbas dike, da ku yekkirina lêvegera akademîk û rêveberî, rêkûpêkkirina rewşên xwendekar, desteyên perwerdehî û karmendan, û yekkirina sîyaset û pîvanên rêkxer ên proseya perwerdeyê tev bigire; bi awayekî ku zelalîya berpirsîyarîyan û aramîya şopên zanîngehî misoger bike, û hevgirtina zanîngehên Sûrîyê di pêkanîna peywira wan de xurt bike.
Wezaret lêvegera navendî ya xwendina bilind e
El-Helebî da zanîn ku ev biryar têne wataya veguhestina ber bi qonaxeke nû ya yekîtîya dezgehdarî û lêvegera niştimanî ya yekgirtî ve; ku tê de Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî dibe lêvegera navendî ya rêkxer û serpereşt li ser sazîyên xwendina bilind li welêt, di nava zanîngehên hikûmî yên pejirandî de; bi rengekî ku ligel rêgeha yekkirina sazîyên dewletê, û xurtkirina hebûna wan li herêmên cuda cuda yên Sûrîyê li hev bike.
Encumena Xwendina Bilind, di rûniştina xwe de ku di 18ê vê meha Çirîya Pêşîn de hate lidarxistin, ev biryar derxistin: Biryara hejmar /68/: Tevlîkirina şaxê Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê, Fakulteya Bijîşkîya Giştî û Peymangeha Bilind a Xizmetên Tenduristîyê li bajarê El-Ra’î, bi Zanîngeha Helebê re.
- Biryara hejmar /69/: Tevlîkirina Zanîngeha Rojavayê li Zanîngeha El-Furatê, û pêvekirina fakulteyên bi wê ve girêdayî bi Zanîngehê re.
- Biryara hejmar /70/: Tevlîkirina şaxê Zanîngeha Gazîantepê li parêzgeha Helebê bi Zanîngeha Helebê re, û pêvekirina fakulteyên bi wê ve girêdayî bi Zanîngehê re.
- Biryara hejmar /71/: Tevlîkirina Zanîngeha Kobanîyê bi Zanîngeha Helebê re, û pêvekirina fakulteyên bi wê ve girêdayî bi Zanîngehê re.