Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Mersûmeke Serokatîyê Saleke Xwendinê ya Awarte Dide Xwendekarên Zanîngehan
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Perwerdehî > Mersûmeke Serokatîyê Saleke Xwendinê ya Awarte Dide Xwendekarên Zanîngehan

Mersûmeke Serokatîyê Saleke Xwendinê ya Awarte Dide Xwendekarên Zanîngehan

Hat weşandin: 2026/10/04 7:56 PM
Hat nûkirin: 2026/10/04 7:56 PM

Şam – SANA

Serok Ehmed El-Şeri` mersûma hejmar (180) a sala 2026an derxist; li gorî wê, di sala xwendinê ya 2026-2027an de ji bo wan xwendekarên ku mafê wan ê mayînê yan beşdarbûna ezmûnan bi dawî bûye, saleke perwerdeyê ya awarte tê dayîn.

Ev mersûm saleke xwendinê ya awarte ji bo sala 2026-2027an dide wan xwendekarên qonaxa lîsansê yên ku ji sala xwendinê ya 2010-2011an heta sala xwendinê ya 2025-2026an derfetên wan ên mayînê qedîyane, çi ji mersûmeke berê mifa wergirtibin an na.

Her wiha ev mersûm wan xwendekaran jî li xwe digire ku li gorî bendên madeya 103an a rêziknameya cîbicîkar a yasaya rêkxistina zanîngehan hatine pesendkirin û derfetên wan ên mayînê qedîyane.

Li gorî mersûmê, xwendekarên sala amadekarîyê ya kolêjên bijîşkî yên ku mafê wan ê derfetan bi dawî bûye sûdê ji bendên mersûmê wernagirin û rêgezên giştî yên pejirandî li ser wan tên sepandin.

Her wiha mersûm saleke xwendinê ya awarte ji bo sala 2026-2027an dide wan xwendekarên xwendina bilind a şîyandarîkirin û pisporîyê yên ku di heyama dîyarkirî ya mersûmê de derfeta wan a beşdarbûna ezmûnan ji derveyî zanîngehê kuta bûye.

Mersûm her wiha xwendekarên xwendina bilind ên qonaxa waneyan ku mafê beşdarîya ezmûnan ji dest dane, û xwendekarên masterê yên ku salên waneyên xwe qedandine lê heyama dîyarkirî ya tomarkirina teza xwe derbas kirine jî li gorî şert û demên dîyarkirî li xwe digire.

Li gorî mersûmê, ji bo xwendekarên master û doktorayê yên qonaxa tezê ku ji 15ê Îlona 2010an heta roja derçûna vê mersûmê ji xwendinê hatine dûrxistin, saleke zayînî ji dîroka qeydkirinê tê dayîn, bi şertê ku xwendekar di heyama sala xwendinê ya 2026-2027an de xwe qeyd bike; di heman demê de rewşa wan xwendekarên ku ji ber sedemên dîsîplînî hatine dûrxistin dê ji alîyê komîteyên pispor ve rewşa her yekî ji wan bi awayekî cuda bê lêkolînkirin.

Bendên vê mersûmê li ser xwendekarên peymangehên bilind ên ser bi zanîngehan ve, peymangehên bilind ên girêdayî Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, zanîngehên taybet, xwendekarên xwendina vekirî, dibistanên perestarîyê yên li zanîngehên dewletê, ligel xwendekarên wan peymangehên ku di bin çavdêrîya Encumena Bilind a Perwerdeya Teknîkî ya li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî de ne, tên sepandin.

Rênimayên cîbicîkar ên mersûmê û xercîyên zanîngehê yên ku ji xwendekarên sûdwergir tên xwestin bi biryara Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî tên dîyarkirin, û mersûm dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Peymangeha Bilind a Zanyarîyên Cibicîker û Teknolojyayê Mufadeleya Xwe ya Programên Lîsansa Bilind Radigihîne
Şahê Urdunê di Cejna Rizgarîyê de Pîrozbahîyê li Serok El-Şeri’ Dike
Serlêdana Mufadeleya Dagirtina Valahîyên Kolejên Bijîşkî Dest pêk kir
Li Sûrîyê Ezmûnên Pratîk ên Amadeyîya Pîşeyî ya Çandinîyê ya sala 2026an Dest Pê Kirin
Serok El-Şeri’ ji “Fox News”ê re: Hevdîtina Trump Bingeha Têkilîyên Stratejîk di Navbera me de datîne
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-Şeri`Mersûma serokatîyêSerokê Sûrîyêxwendekarên mayî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Komkara Erebî: Divê Encumena Ewlehîyê Îsraîlê ji Axa Sûrîyê Bikişîne

October 5, 2026

Şirketa Sûrî ya Firokevanîyê Dest bi Bikarînana Nasnameya Xwe ya Dîtbarî ya Nû Dike

October 5, 2026

Banka Navendî Pêşxistina Pêwendîyan ligel Banka Federal a Amerîkayê Gotûbêj Dike

October 5, 2026

Sûrîye û Almanya Pêşxistina Têkilîyên Dualî û Hevkarîya Aborî û Zanistî Gotûbêj Dikin

October 5, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?