Reqa-SANA
Grupên teknîkî yên Rêveberîya Perwerde û Fêrkirinê ya parêzgeha Reqayê, nêzî 5 hezar rûniştekên dibistanê durist kirin û nêzî 1200 rûniştekî çak kirin. Ev xebat jî, di çarçoveya wan hewldanan de ye ji bo dabînkirina pêdivîyên (rûniştek) dibistanan.
Serokê Beşê Perwerdeya Pîşeyî û Teknîkî yê rêveberîyê Ebdilsalim duh Çarşemê, ji SANAyê re zelal kir ku grupên teknîkî ji parçeyên rûniştekan ên kevn sûd girt û ji wan, parçeyên pêwîst û li gorî pîvanên Wezareta Perwerde û Fêrkirinê, çêkirin.

El-Salim di berdewamîya axaftina xwe de da dîyarkirin ku ev grup rûbirûyî çend astengîyan tên; ya herî berçav kêmasîya kadroyê mirovî, birîna elektrîkê, kêmasîya amûrên pêwîst ên çêkirin û çakkirin, her wiha kêmbûna erebeyên veguhestinê ku wan rûniştekan bigihînin dibistanan û dema pêwîstîya wan bi çakkirinê hebe, cardin vegerînin sazgehê.



