Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Perwerdeyê Rênimayên Cîbicîkirinê yên Mersûma 13an a Taybet bi Welatîyên Kurd Diguhere
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Perwerdehî > Wezareta Perwerdeyê Rênimayên Cîbicîkirinê yên Mersûma 13an a Taybet bi Welatîyên Kurd Diguhere

Wezareta Perwerdeyê Rênimayên Cîbicîkirinê yên Mersûma 13an a Taybet bi Welatîyên Kurd Diguhere

Hat weşandin: 2026/08/28 1:38 AM
Hat nûkirin: 2026/08/28 1:38 AM

​Şam-SANA

​Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Dr. Mihemed Ebdilrehman Tirko, biryara hejmar 2068 / 943 bi dîroka 14ê Rebîul Ewel a 1448an a Koçî (ku dikeve 27ê Tebaxa 2026an a Zayînî) derxist.

Ev biryar guhertina rênimayên cîbicîkirinê yên taybet bi sepandina bendên mersûma hejmar 13 a sala 2026an destnîşan dike, ev yek jî li gorî qanûna hejmar 31 a sala 2024an û biryara wezaretê ya hejmar 493 / 943 pêk hat.

Li alîyê din jî, biryar li ser bingeha armanca yasadanînê ya mersûmê hat girtin, ku armanc jê parastina mafên çandî, zimanî û xurtkirina pirrengîya çandî ye, wekî hîmekî ji bo yekîtîya niştimanî û nasnameya şaristanî ya Sûrîyê. Her wiha bi mebesta misogerkirina wekhevîya derfetan û birêveçûna baş a proseya perwerdeyê ye.

​Biryarê destnîşan kir ku divê derfet bê dayîn da ku zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên hikûmî û taybet, li wan herêmên ku welatîyên Kurd rêjeyeke berbiçav a niştecihan pêk tînin, were xwendin. Her wisa ew wekî beşek ji bernameyên xwendinê yên pejirandî di hemû qonaxên xwendinê de bi rêya du madeyan tê dîtin:

​Madeya Zimanê Kurdî: Bi rêjeya 3 waneyan di hefteyê de, ku xwendekar wê ligel her du zimanên Erebî û Îngilîzî dixwîne, û pûanên wê di encama giştî ya dawîn de li gorî rêgezên pejirandî tê tomarkirin.

​Madeya Çalakîyan: Bi rêjeya waneyekê di hefteyê de.

​Ji bo hêsankirina qonaxa veguhêz, biryarê derfet da xwendekaran ku di yekemîn sala xwendinê de piştî cîbicîkirina wê, madeyên lêkolînên civakî (Dîrok û Cografya) û Felsefeyê yan bi zimanê Erebî yan jî bi zimanê Kurdî li gorî bernameyên pejirandî bixwînin, bi şertê ku ev bijarde tenê bi wê salê ve sînordar bimîne.

​Her wiha biryarê Navenda Niştimanî ya Pêşxistina Bernameyên Perwerdeyê erkdar kir ku bernameyên taybet bi madeya zimanê Kurdî ji bo hemû qonaxan amade bike, bi awayekî ku bi çarçoveya niştimanî ya bernameyên xwendinê re hevaheng be, û wergerandina madeya çalakîyan li gorî rêbera çalakîyan a pejirandî pêk bîne.

Derbarê kadroyên perwerdeyê jî, biryarê her du rêveberîyên fêrkirin û çavdêrîya perwerdeyê erkdar kir ku mamosteyan ji nav mîlakê perwerdeyê yan derveyî wê dabîn bikin, li gorî van mercên jêrîn:

​Kesên ku xwedîyê bawernameya lîsansê ya zanîngehê yan jî bawernameya peymangeha amadekirina mamosteyan in, û zimanê Kurdî baş dizanin.

​Kesên ku xwedîyê bawernameya lîseyê (amadeyîya giştî) ne û zimanê Kurdî baş dizanin, heke pêwîstî û hewcedarîya rasteqîn hebe.

​Derbaskirina azmûnên nivîskî û devkî ku Rêveberîya Çavdêrîya Perwerdeyê bi hevahengîya ligel Navenda Pêşxistina Bernameyan li gorî pîvanên yekgirtî pêk tîne, ji bo piştrastbûna ji şarezayîya zimên.

​Hêjayî gotinê ye ku Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar 13 a sala 2026an derxistibû, ku piştrast kiribû ku welatîyên Kurd ên Sûrîyê parçeyekî bingehîn û resen ên gelê Sûrîyê ne. Her wisa nasnameya wan a çandî û zimanî parçeyekî jêneger yê nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya pirreng û yekgirtî ye.

Wezareta Perwerdehîyê ji Mamosteyan Xwest Sozên Elektronî Wergirin
Xwendekarên Sûrî yên ji Tirkîyê Hatine Dikarin bi Belgeyên Xwe yên Tirkî Beşdarîyê di Mufadeleya Giştî de Bikin
Xwendina Bilind: Serlêdana bo Mufadeleyên Zanîngehê ji 1ê Cotmehê ve Dest pê bikin
Wezareta Xwendina Bilind Banga Piştrastbûna ji Bawernameya Zanîngehên Ne-Sûrî Dike
Wezîr El-Helebî Beşdarî Kongreya Zanistî ya Pisporên Neştergerîya Jinan li Filistînê Dibe
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:KurdîMersûma 13anMihemed Ebdilrehman TirkoSerok El-Şeri’Wezareta PerwerdeyêWezîrê PerwerdeyêZimanê Kurdî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

El-Şeybanî Beşdarî Rûniştina Vekirinê ya Kongreya “Dîyaloga Menamayê 2026” Dibe

October 30, 2026

Piştî Çêkirina Kabloya Fîber Optîk… Xizmeta Pêwendîyan Vegerîya Dêrezorê

October 30, 2026

Ewlehîya Hundirîn a Helebê Kujerê Nûr Lebabîdî Digire

October 30, 2026

Wezîrê Rewşên Awarte: 7 Welatî Xeniqîn û ji ber Rabûna Lehîyê Zilamek bi Qezaya Trafîkê Çû

October 30, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?