Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê bi hevkarîya Bernameya Niştimanî ya Pêşxistina Mamosteyan “Eser”, îro Pêncşemê Kursa Niştimanî ya Yekem ji bo pêşxistina mamosteyên zimanê Îngilîzî li bin navê “Ber bi poleke înteraktîf û çalak ve” da destpêkirin.
Armanca vê kursê bilindkirina ast û jêhatîbûna mamosteyan e, da ku ev yek bandoreke erênî li ser baştirkirina encamên fêrbûnê di hundirê polê de bike.
Wezîrê Perwerde û Hînkirinyê Mihemed Ebdilrehman Tirko di dema destpêkirina kursê de got: “Em li ser baştirkirina rewşa mamosteyan ji alîyê zanistî û pîşeyî ve, her wisa amadekirina jîngeheke polê ya tekûz ji bo dersdayîna zimanê Îngilîzî kar dikin.”
Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kir ku Bernameya Niştimanî ya Pêşxistina Mamosteyan “Eser” ji şeş qonaxan pêk tê; ku ji qonaxa destnîşankirin û nirxandinê dest pê dike û heta perwerde û peydakirina nerînên vegerî yên berdewam didome.
Her wiha wezîr bal kişand ser wê yekê ku ev kursa niştimanî ya yekem dê bibe sedema amadekirina hejmarek rahêneran, da ku ew jî berpirsiyarîya perwerdekirina mamosteyên din bigirin ser xwe.

