Şam-SANA
Îro Pêncşemê, Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî ligel karbidestê karên balyozxaneya Yemenê li Şamê bi wekalet Mihemed Ezî Be’ker, mijara pêşkêşkirina bursên xwendinê ji bo xwendekarên Yemenî, pevguhertina akademîk û danîna xalên dawî li ser memorandumeke hevtêgihiştinê di navbera wezaretên perwerdeya bilind ên her du welatan de ji bo hevkarîya di vê qadê de, gotûbêj kirin.
Wezîr El-Helebî di hevdîtina ku li avahîya wezaretê pêk hat, amaje bi wê yekê kir ku derîyê moletan ji bo avakirina zanîngehên taybet hatiye vekirin, bernameyên zanistî yên nû hatine destpêkirin û rêjeya wergirtina xwendekarên Ereb û bîyanî li zanîngehên Sûrîyê ji bo ji sedî 10 hatiye bilindkirin. Ev yek rê li ber xwendekarên Yemenî vedike ku li Sûrîyê bixwînin. Wî tekez jî kir ku jîngeha Sûrîyê ji bo veberhênana di perwerdeya bilind de jîngeheke balkêş e.
Ji alîyê xwe ve, Be’ker pesnê têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de û nêzîkbûna her du gelan da. Wî bal kişand ser wê yekê ku amadekarîyên dawî ji bo îmzekirina memorandumeke hevtêgihiştinê ya nû ji bo bernameyeke cîbicîkar a pevguhertina bursên xwendinê û xurtkirina derfetên perwerdeya bilind li pêşîya xwendekarên her du welatan têne kirin.


