Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûrîyê, ragihand ku Zanîngeha Behrîye (BU) li Îslamabada Pakistanê, bursên xwendinê ji bo qonaxên lîsans, master û doktorayê yên sala xwendinê ya 2026an pêşkêş kirine.
Wezaretê dîyar kir ku ev burs gelek beşan li xwe digirin, di nav de: Zanistên Kompîturê, Birêvebirina Karsazîyê, Psîkolojî, Mafnasî û Zanistên Tenduristîyê. Taybetmendîya van bursan ew e ku xwendekar ji xercên serlêdanê têne efûkirin; lê belê xwendekarên ku têne qebûlkirin divê bilêta çûnûhatinê, lêçûnên geştê, bicihbûnê, xwarin û sîgorta tenduristîyê li ser hesabê xwe dabîn bikin, her wiha xercên xwendinê jî dê mîna xwendekarên Pakistanî bin.
Wezaretê destnîşan kir ku xwendekarên dixwazin serlêdanê bikin, dikarin bi rêya lînka elektronîk a taybet bi bursê qeyda xwe çêkin.
Hêjayî gotinê ye ku Zanîngeha Behrîye ya Pakistanê, zanîngeheke hikûmî ye, di sala 2000an de hatiye damezirandin. Zanîngeh bernameyên akademîk ên cihêreng pêşkêş dike û şaxên wê li bajarên Îslamabad, Karatşê û Lahorê hene.