Şam – SANA
Bi mêvandarîya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê û beşdarîya 14 tîmên ji zanîngehên Sûrîyê yên hikûmetê û yên taybet, pêşbirkên qonaxa duwem a Şampîyonîya Niştimanî ya Yekemîn a Gengeşeyên Zanîngehan 2025 bi zimanê Erebî berdewam in, ku ji alîyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve bi hevkarîya ligel Navenda Gengeşeyan a Qeterê, Zanîngeha Şamê û Wezareta Çandê, di bin dirûşma “Dengek Tê Bihîstin û Gotûbêjek Mirovan Kom Dike” de tê birêxistin.
Di encama pêkhatina gengeşayan de, tîmên Heleb 2 û Şam 1 gihiştin qonaxa dawî, ya ku dê li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Şamê bi amadebûna berpirsin hikûmetê û kesayetên akademîk were lidarxistin.
Ev şampîyonî di çarçoveya dîtineke neteweyî de ye ji bo vekirina rê li pêşîya ciwanên Sûrî yên afirîner, ku qonaxa wê ya yekem ji dûr ve û bi beşdarîyeke berfireh dest pê kir, bi armanca ku gotûbêjê bike beşeke bingehîn ji çanda zanîngehan û vebûna li ser civaka gengeşeyê ya cîhanî.


