Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, dema qeydkirinê ji bo xwendekarên ku ji ber beşdarîya xwe ya di Şoreşa Sûrîyeyê de dev ji xwendinê berdane û bi şert serlêdan kirine, heta 30/10/2025 dirêj kir.
Her wiha dema serlêdanê ji bo xwendekarên ku berê serlêdan nekirine heta 25/12/2025 dirêj kir.
Ev dirêjkirin jî li gorî Fermana Hejmar 95 a 2025an tê, ku destûrê dide xwendekarên qûnaxa yekem a zanîngeh û masterê ku ji sala 2010-2011 ve ji ber tevlêbûna Şoreşê dûr ketine, li qeyda xwe ya berê ya zanîngehên giştî û taybet vegerin.