Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, îro encamên mufadeleyên qebûlkirina zanîngehan ji bo sala xwendinê 2025-2026, tevî encamên mufadeleya bawernameyên lîseyê ên kevn, eşkere kirin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de, ku nusxeyek jê gihîştiye SANAyê, ji hemû beşdarên mufadeleyê xwest ku bi rêya malpera fermî ya mufadeleya giştî seran li hesabên xwe yên kesayetî bidin:
https://mofa.education-syria.com
Hejmara giştî ya xwendekarên ku beşdarî mufadeleya qebûlkirina zanîngehan li seranserî Sûrîyê bûne, gihîşt 249,970 xwendekarên jin û mêr, di nav wan de xwendekarên xwedî bawernameyên lîsê yên kevn jî hene.