Seûl-SANA
Di çarçoveya serdaneke fermî bo Koreya Başûr, şandeke Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Sûrîyê li Seûla paytexta wî welatî, serdana kompanîya Samsung SDSê kir. Şandê bala xwe da ser pergala veguherîna dîjîtal û çareserîyên perwerdehîyê yên zîrek li wê kompanîya ku yek ji kompanîyên pêşeng ên cîhanê ye di warê çareserîyên teknolojîya zanyarîyan û jîrîya destkird de.

Şanda Sûrîyê ji van kesan pêk hatibû: Alîkarê Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ji bo karûbarên xwendina taybet û Serokê Komîteya Veguherîna Dîjîtal, Mihemed El-Siwêd, û Alîkarê Wezîr ji bo karûbarên zanistî û lêkolîna zanistî, Xeys Werquziq.
Şand beşdarî komxebatekê li ser bikaranîna jîrîya çêkirî û hesabkarîya ewrî (cloud computing) di sektora xwendina bilind de bû. Her wiha, şandê serdana Muzexaneya Nûjenîyê ya Samsungê li bajarê Suwonê kir û bala xwe da ser pêşketina dîrokî ya pîşesazîyên elektronî û teknolojî, nemaze di warên nîv-guhêzbar, teknolojîyên nîşandanê û amûrên dîjîtal ên zîrek.
Her weha ev serdan gavek e ji bo bihêzkirina hevkarîya teknîkî di navbera Sûrîye û Koreya Başûr de û modernîzekirina binesazîya dîjîtal a zanîngehên Sûrîyê.