Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî, ragihand ku hejmara serlêderên ji bo mufadeleya qebûlkirina zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026, heta niha li seranserê Sûrîyê bi rêya serlêdana elektronî gihîştiye 204,143 xwendekarên ji her du regezan.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê îro gihîşt SANAyê, destnîşan kir ku hejmara serlêderên ji bo mufadeleya guhestin û veguhastina wekhev ji zanîngehên ne-Sûrî bo zanîngehên taybet ên Sûrî heta niha gihîştiye 824 xwendekarî.
Ji bo hêsankirina gihîştina xwendekaran bi lînkên fermî yên pêvajoya mufadeleyê û tomarkirina zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026, wezaretê tekez kir ku lînkên pejirandî tenê ev in da ku ji her tevlihevî yan rûpelên nefermî dûr bikevin:
1- Serlêdana fermî ya ji bo mufadeleya giştî û ji bo bawernameyên kevn (2011 – 2024) ku bawernameya amadeyî ya Sûrî û ne-Sûrî (zanistî – wêjeyîî – pîşeyî) li xwe digire:
https://mofa.education-syria.com
2- Tomarkirina ji bo mufadeleya guhestin û veguhastina wekhev ji zanîngehên ne-Sûrî (hikûmî yan taybet) bo zanîngehên taybet ên Sûrîyeyê:
https://university-admission.syriantec.com
Tê zanîn ku wezaretê dema serlêdana ji bo her cure mufadeleyên qebûlkirina zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026, heta bîst û diduyê meha Cotmehê dirêj kiribû.