Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, bang li xwendekarên xwedî bawernameyên amadehîyê yên kevn kir ku di rêya websîta fermî ya mufadelê re zanyarîyên xwe nû bikin, û rêjeya xweyî sedî piştrast bikin.
Wezaretê dîyar kir ku rêjeya sedane ya di websîtê de, rêjeya qebûlkirina zanîngehê ye, her weha bang li xwendekaran kir ku eger rastî pirsgirêkan yan zehmetîyan hatin, yekser seredana navendên piştgirîyê yên zanîngehan bikin.
Wezeratê piştrast kir ku pêşkêşkirina elektronî dê heya 16ê Cotmehê bi rêya websîta fermî berdewam be.