Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro webîsta fermî ya tomarkirina di mufadeleya veguhastina ji zanîngehên Ne-Sûrî (Hikûmî – Taybet) bo zanîngehên taybet yên Sûrî ya sala 2025-2026an weşand. Wezaretê dîyar kir ku qeydkirin dê heta roja Pêncşemê 9-10-2025an berdewam bike.
Her weha wezaretê zelal kir ku divê xwendekar belgeyên xwe bi awayekî elektronî hildin ser bernama qeydkirina di mufadelê de, û eger belge tunebin, nayê qebûlkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku hûrgulî û mercên qeydkirinê li ser websîtê û rûpelên fermî tên dîtin.