Şam-SANA
Wezareta Perwerdehîya Sûrîyeyê ji dezgehên xwe yên parêzgehan xwest ku pêvajoya qeydkirinê ji bo şagirtên ku ji derveyî welêt tên -bi şert- hêsan bikin, da ku bibe delîveyek ku şagirt li ber xwe bibînin û zû tev li pêvajoya xwendinê bibin, heta ku kaxez û belgeyên wan ên fermî hêdî hêdî hazir dibin.
Hêjayî gotinê ye ku ev yek beşek ji hewildanên wezaretê ye ji bo rakirina astengîyên li pêşîya şagirtan û bicîhanîna plana xwendinê ya sala 2025-2026.