Şam-SANA
Enstîtuya Bilind a Zimanan li Zanîngeha Şamê ragihand ku ezmûna zimanê bîyanî ji bo qeydkirina di masterê de dê roja yekşemê, 12ê Cotmeha 2025an, saet 2yê nîvro were kirin.
Qeydkirin dê di 24ê Îlona 2025an de dest pê bike û heta 5ê Cotmeha 2025an li baregeha enstîtuyê berdewam bike.
Belgeyên pêwîst jî ev in: Peyameke nivîskî tev pûla darayî, wesla kirêya qeydkirinê (40,000 ls), nisxeyek ji nasnameyê, du wêneyên şexsî û belgeya dewamê ji bo xwendekarên sala dawîn an jî belgenameya derçûnê herî kêm bi pileya “baş”.
Serkeftina di ezmûnê de şertekî sereke yê qeydkirina di master û doktorayê de ye li zanîngehên Sûrî.