Şam – SANA
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê bi mebesta rêkxistina karê encumenên karsazîyê yên hevbeş, biryarek li ser avakirina Encumena Karsazîyê ya Sûrî–Pakistanî ji alîyê Sûrîyê ve da.
Îro Duşemê, wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku Mistefa Mihemed Cemîl Mûsa wekî serokê encumenê, Muaz El-Bermawî û Îyad Silêq wekî cîgirên serok, Silêman El-Hac Kirdûş wekî sekreter, Muhened Seyid Elî wekî rêveberê kargerî û Hemze El-Ebreş jî wekî rêveberê pêwendîyên giştî hatine dîyarkirin.
Li gorî biryarê, encumen pabend e li gorî bendên peymana bingehîn a encumenên karsazîyê yên Sûrîyê yên hevbeş bi welatên cîhanê re bixebite; her wiha li gorî peymana kar a encumenên hevpar û rêbernameya rêkarî ku ji alîyê “Encumena Sûrîyê ya Hevahengîya Encumenên Karsazîyê yên Hevpar” ve hatiye derxistin tev bigere.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku Encumena Karsazîyê ya Sûrî–Pakistanî, li gorî rêgezên pejirandî yên li cem Wezareta Aborî û Pîşesazîyê, ji alîyê Sûrîyê ve tekane encumena fermî ya pejirandî ye di pêwendîyên ligel alîyê Pakistanî de.