Heleb – SANA
Duh Pêncşemê, geşta yekem a kompanya A Jet a Tirkî, ku ji balafirgeha Sabîha ya bajarê Istenbolê yê Tirkîyê dihat, gihîşt Balafirgeha Helebê ya Navdewletî.
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî ya Sûrîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku, destpêkirina nû ya geştên kompanya A Jet a Tirkî di çarçoveya vegera xebata esmanî ya birêkûpêk di navbera her du welatan de tê.

Desteya Balafirvanîya Sivîl a Sûrîyê berê ragihandibû ku geştên kompanyên balafirvanîyê yên Tirkî bo Balafirgeha Helebê ya Navdewletî ji 19ê Nîsana îsal ve hatine destpêkirin, wek pêngaveke ku armanca wê çalakkirina tevgera esmanî û xurtkirina peywendîya herêmî ye.
