Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Çavdêrî û Pişkinîn Dizîya Zêdetirî 328 Mîlyon di Şaxê Banka Çandinîyê de li Selhebê Eşkere Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Aborî > ​Çavdêrî û Pişkinîn Dizîya Zêdetirî 328 Mîlyon di Şaxê Banka Çandinîyê de li Selhebê Eşkere Dike

​Çavdêrî û Pişkinîn Dizîya Zêdetirî 328 Mîlyon di Şaxê Banka Çandinîyê de li Selhebê Eşkere Dike

Hat weşandin: 2026/07/14 5:00 PM
Hat nûkirin: 2026/07/14 5:01 PM

​Hema-SANA

​Şaxê Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê li parêzgeha Hemayê, eşkere kir ku kêmasîyeke diravî di hundirê şaxê Banka Çandinîyê ya Hevkar de, ku  gihîştiye zêdetirî 328 mîlyon lîreyên sûrî yên kevn li bajarê Selhebê heye. Ev yek jî piştî pişkinîna belgeyên bankê, hesabên wê yên cerdê û daneyên darayî yên di nav wan de, pêk hat.

​Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê dîyar kir ku lêpirsînan nîşan da ku dizî bi rêya lîstina bi hesaban di navbera nirxê cerdê yê li ser kompûteran hatiye tomarkirin û nirxê rastîn ê diravî de pêk hatine. 

Ev yek bi lihevkirina di navbera rêveberê bankê û emîndarê sindoqê de bi rêya bikaranîna rêbazên fêlbazîyê û bikaranîna wezîfeyê pêk hatiye, ku cerda darayî bi awayekî şiklî belge kirine, ew jî bi rêya jimartina kîsên pereyan ji derve ve bêyî pişkinîna ji hundir ve, ligel guhertina nirxên hejmarî yên kategorîyên diravî yên ku li ser kîsan hatine danîn. 

Her wiha lêpirsînan dîyar kir ku du xebatkarên din jî beşdarî proseyê bûne bêyî tevlêbûna rastexwe, belkû wekî encama xemsarîyeke kar bûye.

​Desteya Navendî destnîşan kir ku di dema lêpirsînê de dîyar jî bû ku hinek pere li derveyî sindoqê hene ku nayên belgekirin yan jî nakevin nav qeydên fermî, belkû di navbera rêveberê şaxê bankê û emîndarê sindoqê de tên dabeşkirin. 

Nirxê giştî yê tibabên ku hatine dizîn gihîşt /328.338.940/ lîreyên Sûrîyê yên kevn, ango “sêsed û bîst û heşt mîlyon û sêsed û sî û heşt hezar û nehsed û çil lîreyên Sûrîyê yên kevn”.

​Desteya Navendî bal kişand ser wê yekê ku ji ber vê yekê, wê komek tedbîrên qanûnî girtin, ku di nav wan de derkirina rêveberê şaxê bankê û emîndarê sindoqê ji kar. Her wisa ji Wezareta Darayî daxwaz kir ku dest deyne ser mal û milkên guhêzbar û neguhêzbar ên kesên ku destê wan tê de heye, ligel qedexekirina geşta wan û veguhastina wan bo dadwerîyê. Derbarê her du xebatkarên din jî, ew bi tohmeta xemsarîya kar û hêsankirina proseya dizîyê bo dadwerîyê hatin veguhastin.

​Desteya Navendî dîyar kir ku bang li Rêveberê Giştî yê Bankan hatiye kirin ku dozekê bi şêwazê doza kesane veke ji bo daxwaza qerebûkirina zirarên madî û manewî yên ku gihîştine bankê.

​Desteyê tekez kir ku ev pêngav di çarçoveya şopandina karê alîyên giştî, têkoşîna li dijî gendelîyê û parastina malê giştî de tên.

Baxçeyê Um El-Hesen, qesta xelkê li Bajarê Hemayê ye
El-Huserîyê: Banka Navendî di qonaxên dawî de ye bo vekirina hesabê wekîl ligel Tirkîyê
Grama zêrî li bazara Sûrîyeyê 40 hezar li xwe zêde kir
​Rêveberê Banka Navendî: Kêmkirina Bihayên Berhemên Petrolê Lêçûnên Hilberînê Sivik Dike
Civîneke sêalî li Emanê bo xurtkirina hevkarîyê di sektora veguhastinê de di navbera Sûrîye, Urdun û Tirkîyê de
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:​Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê ya SûrîyêHemaŞaxê Banka Çandinîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?