Çalakîyên Pêşangeha SyrPetro 2026, duh Înîye li Şamê di gera xwe ya heyştan de bi dawî bûn. Pêşangeha ku ji alîyê Komeleya Meşhedanî ve hatibû lidarxistin û bi piştgirîya Şirketa Sûrîyê ya Petrolê dihat birêvebirin, zêdetirî 120 şirketên herêmî, Erebî û navneteweyî, ku nûnertîya 25 welatên cîhanê dikin, beşdarî wê bûne.
Çalakîyên wê di 7ê Tîrmehê de dest pê kirin û çar rojan berdewam kir. Ew wekî platformekê bo nîşandana çareserîyan di qada petrol, gaz û energîyê de xebitî, û zêdetirî 10 hezar mêvanên pispor û veberhêner serdana wê kirin.
Di dawîya vê pêşangehê de, çar peymanên hevkarîyê bi Almanya, Urdun, Misir û Sirbyayê re hatin îmzakerin. Her wiha, di pêşangehê de nasnameyeke dîtbarî, sepaneke elektronîk, û semînerên zanistî hatin lidarxistin. Ji hêla xwe ve Şirketeke Cezayirî jî ragihand ku ji bo veguhestina zanîn û nûavakirina binesazîyê, me şaxeke xwe li Sûrîyê vekir.
Her wiha beşdarekî Ereb, amadehîya şirketa xwe ji bo beşdarbûna di projeyên nûavakirin û çakkirina zevî û dezgehên petrolê de anî ziman, û asta rêxistinkirina hêja ya pêşangehê bilind nirxand.









