Şam – SANA
Ragihandina Banka Cîhanî ya derbarê pêşkêşkirina bexşan bo Sûrîyê, wekî nîşana şikandina tecrîda wê ya navdewletî û destpêkirina vegera wê bo sîstema darayî ya cîhanî tê hesibandin; ev yek rê li ber kişandina veberhênanan vedike.
Bexşên Banka Cîhanî sektorên enerjîyê (146 mîlyon dolar) û rêveberîya darayî û hikumranîyê (20 mîlyon dolar) dikin armanc; ji bo xurtkirina xizmetguzarîyên bingehîn û perwerdekirina kadroyan li ser şefafî û rêveberîya budçeyê ye.
Pispor pêşbînî dikin ku di pêşerojê de hevkarîyeke berfireh çêbibe, ligel meyla vekirina nivîsgeheke herêmî ya Banka Cîhanî li Şamê û gotûbêjkirina projeyên ku nirxê wan ji milyarek dolarî derbas dibe. Ev rêç armanc dike ku xizmetguzarîyên bingehîn baştir bike, bawerîya civaka navdewletî xurt bike û aborîyeke niştimanî ya domdar ava bike.