Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Derîyên Sînorî û Gumrikê Quteybe Bedewî, bi şandeyeke Îraqî ya bi serokatîya Ferîq Samî Ebdulhusên Radî re, rêyên xurtkirina hevkarîyê û pêşxistina rewşa derîyên sînorî di navbera Sûrîye û Îraqê de gotûbêj kirin.
Di civînekê de ku li Şamê hat lidarxistin, mekanîzmayên bilezkirina vekirina derîyê Tenef–Welîd û avakirina derîyekî nû li devera Bûkemalê li şûna derîyê niha, hatin gengeşekirin.
Her wiha her du alîyan pêşxistina kar li derîyên sînorî ji bo hêsankirina derbasbûna rêwî û kelûpelan û xurtkirina pevguhertina bazirganî bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên aborî yên hevbeş bike, gotûbêj kirin.
Her du alîyan tekezî li ser girîngîya berdewamîya hevahengîya dualî kir ji bo bilindkirina asta karê sînor û piştgirîya aramî û geşepêdanê di çarçoveya jinûvevejandina tevgera derbasbûnê di navbera her du welatan de.




