Gundewarê Şamê – SANA
Şaxê Yekîtîya Mêşvanan li Sûrîyê peymaneke hevkarîyê ligel Banka Bereke ya Îslamî li Sûrîye li devera Ye’fûr a gundewarê Şamê îmze kir, bi armanca dabînkirina piştevanîya darayî bi awayekî hêsan ji xwedîkerên mêşên hingiv re ji bo pêşxistina vê sektora çandinîyê ya girîng.
Peyman rê dide perepêdanê ji bo kirîna mêşên hingiv, hingivê hazir, xwarina mêşan û dermanên wan ji bo heyama salekê. Her wiha piştgirîya mêşvanan ji bo kirîna alavên berhemdanê û enerjîya rojê heta sê salan.
Di peymanê de hatiye ku 3 beşên piştgirîyê hene; yek jê dana 25 mîlyon Lîreyên Sûrî bêyî garantîyeke eqarî hebe, beşê din digihêje 50 mîlyon Lîre bi garantîya kefîlekî yan eqarekî û yê sêyem di ser 50 mîlyonî re ye bi garantîya eqarekî.
Serokê Yekîtîya Mêşvanan, Ehmed Qaso, tekezî li ser girîngîya peymanê di piştevanîya aborîya herêmî, başkirina cureyê hingiv, pêşxistina awayên xwedîkirina berdewam, parastina jîngehê û dabînkirina derfetên kar ên nû kir, bi taybetî piştî rewşa keşûhewaya xerab a îsal ku bandoreke neyînî li xwedîkirina mêşên hingiv kiriye.

