Şam – SANA
Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê bo cara duyemîn dema serlêdana wergirtina belgeyên lazim ji bo “Deynê Bêfêde” bi armanca piştgirîya çandina genim, heta dawîya roja kar a 18ê Kanûna Pêşîn a îsal dirêj kir.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopîyek jê wergirt, ragihand ku deynên (qerz) ku li ofîsên çandinîyê û yekîneyên rêberîyê yên li parêzgehan tên tomarkirin, pêşkêşkirina tovên genim, semada nîtrojenî û ya fosfatî li xwe digire.
Projeya “Qerzê Bêfêde” ku ji alîyê Wezareta Çandinîyê ve hatiye destpêkirin, destpêşxerîyeke piştgirîkirina ewlehîya xwerekê ye, bi rêya dabînkirina pêwîstîyên berhemdanê wek tov û semadê li şûna pereyan lê bê fêde, bo cotkaran, bi taybetî ji bo çandina genim, û ew deyn dê piştî çinîna berhem werin vegerandin.