Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro civîneke amadekarî li dar xist ku Kompanya Sûrî ya Petrolê (SPC) û Kompanya Chevron a Amerîkî anîn cem hev.
Di civînê de, derfetên hevkarîya di warê lêgerîna gaz û petrolê de li peravên Sûrîyê hatin gotûbêjkirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê Thomas Barrack, Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Serokê Cîbicîkar ê Kompanyaya SPC Yûsif Qeblawî di civînê de amade bûn. Her wiha şandek ji Kompanya Chevronê ku Cîgirê Serokê Cîbicîkar ê Sektora Pêşxistinê Rank Mount û Rêveberê Pêşxistina Herêmî Joe Kush li xwe digirt, beşdar bûn.
Li gel wan, Serokê Desteya Rêveberîya Kompanya UCC ya Cîhanî Mutez El-Xeyat û Serokê Cîbicîkar Ramiz El-Xeyat jî amade bûn.

