Şam-SANA
Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê ya Sûrî, pêşwazî li daxwaza Odeya Bazirganîyê ya Amerîkayê ya rakirina bi temamî ya Yasaya Qeyserê kir û dît ku ev yek piştî rûxandina rêjîma berê, guhertinên sîyasî û abûrî li Sûrîyê dide xuyakirin.
Serokê yekîtîyê ‘Elaa El-Elî tekez kir ku yasa nahêle abûrî baş bibe û bandoreke xerab li sivîlan dike û astengîyan dixe pêşîya derfetên hevkarîyê bi kompanyayên Amerîkî re.
El-ʼElî. ji bo rakirina sizayan, daxwaza avêtina gavin pratîkî kir û tekez kir ku yekîtî amade ye ji bo avakirina hevkarîyên navdewletî yên ku rola wan di jinûveavakirin û mukumkirina aramîyê de heye.