Şam-SANA
Wezîrê Abûrî û Pîşesaziyê Nîdal El-Şaar, li gel Karspartiyê Balyozxaneya Yabanî li Sûriyê Tsuji Akihiro, rêyên bihêzkirina têkiliyên abûrî di warên pîşesazî û veberhênan û pevguhertina bazirganî de gotubêj kirin.
Ew hevdîtina ku îro pêk hat, tê de behsa warên hevkariya pêkan hat kirin, bi awayê ku têkiliyên herdû aliyan pêşde bibin û bercewendiyên hevbeş ên herdû gelên dost pêk werin.
Herdû aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevrêzkariyê û pevguhertina serbor û pisporiyan û vekirina dergehên nû yên hevkariyê ji bo xurtkirin û geşkirina abûrî kirin.
Wezareta Abûrî û Pîşesaziyê kar ji bo avakirin û pêşxistina têkiliyên abûrî li gel dewletên cîhanê û aktîvkirina veberhênanê û pevguhertina bazirganî dike, piştî salên dûr û dirêj ên dorpêçê yên ku li ser Sûriyê ji ber kiryarên rêjîma têkçûyî hatibûn sepandin.


