Istenbol-SANA
Îro, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, mihrecana Teknofest 2025, ku mezintirîn çalakiya teknolojiyê li Tirkiyê ye, dest pê kir. Sûriya beşdariyê di vê mihrecanê de bi şêweyekî fermî, bi nûnertiya Wezareta Aborî û Pîşesaziyê, hejmarek ji wezaret û saziyên hikûmetê û kompanyayên taybet dike, digel hebûnek navneteweyî ya cihêreng.
Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyê, di beşekî taybet de beşdar dibe, armanc ji vê beşdariyê ew e ku karînên Sûriyê diyar bike û piştgiriyê bide destpêşxeriyên pêşengî û projeyên afrandyar û asoyên nû ji bo hevkariyê û veberhênana hevbeş veke.

Sekreterê Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê, Wesîm el-Umer, di daxuyaniyekê de ji bo SANA, tekez kir ku beşdariya Sûriyê di mihrecana Teknofest de, pabendbûna hikûmeta Sûriyê bi xurtkirin û mukumkirina cihê pîşesaziya niştimanî, her weha berfirehkirina têkiliyan ji bo naskirina serborên herêmî û navneteweyî nîşan dide, û amaje bi girîngiya hînbûn û naskirina nûjentirîn afrandyariyan di warê teknolojiya dîjîtal de û avakirina pirên hevkariyê bi saziyên lêkolînan û yên pîşesaziyê yên beşdar re kir.
El-Umer weha jî got, “Ev beşdarbûn gaveke pratîkî ye ji bo piştgiriya pêvajoya nûjenkirina pîşesaziya Sûriyê û deriyê projeyên hevbeş di warên pîşesaziyên aqildar, veguherîna dîjîtal, enerjiya nûjenkirî û afirandina jîngeheke guncaw ji bo pêşxistina pîşesaziyên niştimanî ên ku dikarin hewcedariyên qonaxa pêş bicîh bînin vedike.”
Ji aliyê xwe ve, Mehmûd el-Zeyin, xwendekarekî Sûrî ku li Tirkyê dijî, serbilindiya xwe ya ji bo beşdarbûna Sûriyê di vê çalakiya cîhanî de anî ziman, diyar kir ku hebûna Sûriyê li vê derê derfetek girîng ji bo revenda Sûrî peyda dike da ku sûdê ji afrandyariyan û piştgiriya darayî werbigire, û hebûna wê di tevgera zanistî û teknîkî ya navneteweyî de xurt dike.

Mihrecana Teknofest, platformek navneteweyî ya salane ye ku ji hêla saziyên fermî û yên taybet ên Tirkiyê ve, bi armanca mikumkirina pileya Tirkiyê di cîhanê de, di warên teknolojiyê, teknolojya asîmanî û amûrên leşkerî ên berevaniyê, tê organîzekirin.
mihrecan ta 21ê Îlonê berdewam dike û bi dehan pêşbirkên zanistî û teknîkî, pêşandanên asîmanî û pêşangehên pispor di warê afrandyariyê, firrîn û fezayê de dihewîne, her weha çalakiyên perwerdehî û ceribandinê yên ku ji bo ciwan û xwendekaran tên lidarketin.
Beşdarbûna Sûriyê di vê bûyerê de gavek stratejîk e ber bi xurtkirina hevkariya navneteweyî û pevguhertina pisporiyan û tevlêbûna nav sîstema afrandinê ya cîhanî, ji bo piştgiriya aboriya niştimanî û pêşxistina teknolojya û pîşesaziyên li welêt.

