Tertûs-SANA
Koma Nînarê ya Muzîkê îro konsereke hunerî li ser dika Navenda Çandî li Tertûsê pêşkêş kir. Komê desteyek ji stranên resen û gelêrî pêşkêşî amadebûyan kir.
Di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê, serokê komê Yasir Dela dîyar kir ku di ahengê de 23 muzîkjenên kur û keç beşdar bûn ku temenê wan di navbera 6 û 12 salî de ye. Wan li ser amûrên keman, gîtar, ûd, dimbilk û orgê parçeyên muzîkê pêşkêş kirin.

Konser bi strana “Bil Hub Bidna Neimirha” (Bi hezkirinê em ê ava bikin) dest pê kir, li kêleka çend stranên gelêrî û kelepûrî yên cihêreng, mîna “Ya Têre Tîrî Ya Hemame”, “Şebabîk El-Hilwe” ya Nesrî Şemsedîn û “Lieqidlek Eldereb” ya Kazim El-Sahir.
Koma Nînarê di sala 2016an de hatiye damezrandin. Li ser fêrkirina stranbêjî û jenîna li ser amûrên muzîkê yên cuda, ji bo komên temenî yên cihêreng ji zarok, nûciwan û mezinan kar dike.

