Şam – SANA
Yekîtîya Hunermendên Şêwekar ên Sûrîyê biryarek derxist ku li gorî wê, zêdekirin bi rêjeya 200% ji nirxê mûçeyê niha li ser mûçeyê xanenișînîyê yê mehane -ji bilî mîratgiran- tê dayîn. Ev biryar dê ji meha piştî derketina biryarê ku di 5ê Tîrmeha 2026an de derketiye tê pêkanîn.
Di biryara ku SANAyê îro Yekşemê kopîyek jê wergirt, hate dîyarkirin ku armanca vê zêdekirinê piştgirîkirina hunermendên xanenişîn e, her wiha baştirkirina şert û mercên jîyana wan di çarçoveya îmkanên heyî de ye. Hate amajekirin jî ku lêkolîneke darayî ya berfireh ji bo misogerkirina domandina dayîna mûçeyan hatiye kirin.
Biryarê her wiha destnîşan kir ku di rewşa têketina veberhênanên nû de, Yekîtî dê piştgirîya sindoqa xanenişînîyê bike, da ku aramîya darayî ya sindoqê xurt bike.