Şam-SANA
Bîra Zemzemê ya li Mescid El-Heramê li nêzîkî Kabeya Pîroz, semboleke olî ya çespandî û şahideke serhildana Mekkeya Mukereme ye.
Çîroka wê bi Pêxember Îbrahîm, hevjîna wî Hacer û Pêxember Îsmaîl ve girêdayî ye, wekî ku di Sehîhê Buxarî de derbarê se’îya Hacerê di navbera Sefa û Merweyê de heta ku av bijiqîye, hatiye veguhastin.
Li gorî rîwayetên Îbn Ebas, Seîd bin Cubeyr û Îbn Cureyc, Hacer bi lez rabû ku avê bi qûmê dorpêç bike ji bo parastina wê, da ku bibe destpêka vê kanîya pîroz..
Ji Şopa Hacerê heta Avedanîya Mekkeyê
El-Ezreqî û El-Teberî dibêjin ku bijiqîna bîra Zemzemê bû sedema serhildana avedanîya Mekkeyê û aramîya eşîra Curhum li kêleka Hacerê.
Piştî wendabûna bîrê di serdema Cahilîyetê de, Ebdulmutelib bin Haşim ew ji nû ve kola, wekî ku Îbn Îshaq, El-Beyheqî û Îbn Kesîr anîne ziman, da ku erka avdana hecîyan bi mala wî ve were girêdan.
Bîr bi dûrahîya nêzîkî 21 metreyan li rojhilatê Kabeya Pîroz, nêzîkî Meqamê Îbrahîm û El-Multezimê cih digire.
Aveke ku Pirtûkên Gerryar û Zanyaran Belge Kirine
Zanyar û gerryaran, wek El-Ezreqî, El-Fakihî, Qadî Iyad di pirtûka “El-Şîfa” de, Îbn Betûte û Îbn El-Qeyîm, pêgeha ava Zemzemê û qencîyên wê yên gîyanî wekî xwarin û şîfa belge kirine.
Di warê dîrokî de jî, rêbazên derxistina avê û avdana hecîyan ji bikaranîna satilên bi destan, ber bi pergalên pompekirin, paqijkirin û belavkirinê yên nûjen û pêşketî ve geş bûn.
Her wisa lêkolînên zanistî, di nav de pirtûka Dr. Ebdullah El-Omerî “Bîra Zemzemê: Alîyê Dîrokî û Zanistî”, çespandina taybetmendîyên ava bîrê û paqijîya wê ji qirêjîyan tekez kirin.
Wijdana Hecîyan
Bîra Zemzemê bi veguherînên avedanîyê yên li Mekkeyê re hevdem bû, ji ber ku xelîfe û padîşahan guhdarî û giranî danê, wekî ku di “Exbar Mekkeyê” ya El-Ezreqî û El-Fakihî de hatiye. Di serdema Osmanîyan de dezgehên wê hatin nûjenkirin, piştre sedsala bîstan şahidîya tevlîkirina xizmetên wê di nav berfirehkirinên nûjen ên Mescid El-Haramê de kir.
Bîra ku di demên kevn de eşîra Curhum kişandibû û di bin pêyên Îsmaîl (silavên Xwedê lê bin) de pijiqîbû, ne tenê di alîyê avedanîyê de sînordar ma, lê belê di hişmendîya gelêrî ya Îslamî de bû tewerekî gîyanî û semboleke bereket û şîfayê; ew wek dîyarî tê hilgirtin û di boneyên cuda de pêşkêşî nexweş û zarokên nûbûyî tê kirin, da ku wekî têkilîyeke wijdanî û gîyanî ya nûbûyî bi Heremê Mekkî re bimîne.

