Şam-SANA
Ji sedsalên pêşîn ên şaristanîya Erebî û Îslamî ve, jina Kurd beşdarî qadên zanist, zanîn û avakirina jîyana zanistî û olî bûye. Di vê çarçoveyê de, pirtûka bi sernavê “Jinên Kurd û Xizmeta Suneta Pêxember di Navbera Veguhastin û Xwedîderketinê de”, ku vê dawîyê ji alîyê Dr. Mihemed Mehmûd Kalo ve hatiye weşandin, xwendineke belgeyî pêşkêş dike ku armanca wê nîşandana rola jina Kurd di xizmeta Hedîsa Pêxember (s.x.l.) de ye.
Pirtûk xwe dispêre şopandina jînenîgarîya jinên Kurd ên hedîszan ku di navendên zanista Îslamî de derketine pêş, û di navbera Bexda, Şam, Meke û Hewlêrê de gerîyane. Wan di veguhastina Hedîsa Şerîf û parastina hûrgulîya îsnadê de beşdarî kiriye, heta ku bûne çavkanî ji bo gelek zanayên mezin ên ku amaje bi meqama wan a zanistî kirine û pesnê hewldanên wan di xizmeta Suneta Pêxember (a.x.l.) de dane.
Di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, Dr. Mihemed Mehmûd Kalo dîyar kir ku ev berhem hewldanek e ji bo vegerandina rûpelên ronîwar ji dîroka jinên ku xizmeta Suneta Pêxember (s.x.l.) kirine.
Kalo tekez kir ku sedema nivîsandina pirtûkê “wefadarî ye ji bo kesên ku di parastina mîrateya Pêxember (s.x.l.) de beşdar bûne û nîşandana rola hevgirtî ya jinên Kurd di navbera veguhastina hûrbîn û xwedîderketina sazûmanî de ye.”