Şam-SANA
Mala Operayê li Şamê mêvandarîya rûniştineke diyalogê bi sernavê “Mafên Kesên Astengdar di Medya û Dramayê de Piştî Rizgarkirinê” kir. Ev çalakî ji alîyê Sazîya “Raise Sham” ya Geşepêdana Civakî ve hat lidarxistin, bi beşdarîya alîyên fermî, medyayî û navneteweyî, ji bo tekezkirina li ser berpirsyarîya medya û dramayê di ber avakirina civakê bi awayekî dadperwerane de.
Di rûniştinê de rewşa nûnertîya kesên astengdar hate gengeşekirin. Berpirsan dan zanîn ku zêdetirî 60 vîdyoyên hişyarîyê ji bo kesên kerr û lal hatine amadekirin, û tekezî li ser giringîya bidawîkirina dûrxistina wan ji civakê û xurtkirina tevlêbûna wan hate kirin.

Hate eşkerekirin ku rêjeya kesên astengdar li Sûrîyê gihîştîye %28, ji ber vê yekê divê hewlên zêdetir werin dan ji bo tevlêkirina wan di nava civakê de.
Beşdarên astengdar û pisporên medyayê bal kişandin ser pêdivîya bidawîkirina wêneyê kevneşopî yê kesên astengdar, ku ew mirovên herdem hewcedarî rehm alîkarîyê ne, lê belê divê ew wek miorvên xwedan şiyan û çalak di civakê de werin dîtin.
Her wiha daxwaz hate kirin ku kesên astengdar bi awayekî rasterast di berhemên medyayî û dramayê de cih bigirin, û şêwirmendên pispor werin erkdarkirin da ku pirsgirêkên astengdaran bi awayekî rastîn û hûrbîn werin pêşkêşkirin, bi mebesta avakirina hişmendîyeke civakî ya giştî derbarê kêşeyên astengdaran de.




