Şam-SANA
Semînera fikrî ya ku ji hêla Wezareta Çandê ve li Pirtûkxaneya Neteweyî îro Pêncşemê hat birêvebirin, tekez kir ku pêkhateya Kurd beşekî resen û kevnar e di nasnameya neteweyî ya Sûrîyê de. Her wiha hat dîyarkirin ku Kurdan di dirêjîya dîrokê de beşdarî di avakirina dewletê, parastina wê û dariştina projeya wê ya sîyasî û çandî de kirine.
Di semînerê de lêkolînerê pispor bi komên sîyasî û olî Hesen El-Dixêm, akademîsyen û çalakvanê civakî Osama Mislim beşdar bûn, û semîner ji hêla nivîskar û lêkolîner Ebas Şerîfe ve hat birêvebirin. Di gotûbêjên derberê mijarê de bal hat kişandin ser metirsîya kiryarên rêxistina “HSD”ê ya ku bi projeyên derve ve girêdayî ye û yekparçeyîya welat dike armanc û hewla parçrkirinê dide.
Semînerê ronahî da ser kesayetên neteweyî yên Sûrîyê yên bi koka xwe Kurd in, ku çawa di dîroka Sûrîyê de xwedî roleke bingehîn bûn, ji bo tekezkirina li ser ku Kurd beşekî bingehîn ê projeya neteweyî ya Sûrî ne.
Beşdaran tekez kirin ku ev mînakên dîrokî piştrast dikin ku doza Kurdî li Sûrîyê doza hemwelatîbûn û mafên wekhev di bin sîwana dewleteke yekbûyî de ye, Û hişyarî dan derbarê hewldanên rêxistina “HSD”ê ya ku dixwaze Kurdên Sûrîyê di nav projeyên cudaxwaz de yên divên bi zora çekan xwe ferz bikin, biçûk bike.
Semînerê behsa kûrahîya dîrokî ya têkilîya di navbera rejîma berê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de kir, û destnîşan kir ku piştgirîya Hafiz Esed bo vê partîyê û dabînkirina rahênanê û cih ji wan re, bû sedema alozkirina rewşa Kurdî di demên paşê de.
Di rûniştinê de gengeşeyên berfireh hatin kirin û hat dîyarkirin ku dîyalog rêya herî guncav e ji bo çareserkirina nakokîyên neteweyî. Bang hat kirin ku çek bên avêtin, zimanê aqil li pêş be, li dijî projeyên cudaxwazî yekrêz bin û ji bo bicîanîna daxwazan serî li çareserîyên sîyasî bidin.
Ev semîner beşek ji çalakîyên Wezareta Çandê ye, ku armanca wan xurtkirina çanda hemwelatîbûnê û çespandina têgeha dewleta yekbûyî ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûrîyê ye.





