Şam – SANA
Mûzîkzanê Sûrî yê cîhanî Malik Cendelî, bi hevkarîya Wezareta Çandê, ji bo pîrozkirina bîranîna yekemîn salvegera rizgarkirinê, bi armanca vejandina hunera niştimanî, gera ahengên mûzîkî yên neteweyî bi sernavê “Sîmfonîya Sûrîyê ji bo Aştîyê” ragihand.
Di ahengê dê “Sîmfonîya Sûrîyê” wek yekemîn car li hundirê Sûrîyê, bi beşdarîya Tîma Sîmfonîk a Neteweyî û Koralê Sûrî, di bin rêveberîya Mayestroyê Amerîkî Garrett Keast de, were pêşkêşkirin.
Ahengên bêberamber û vekirî ji bo gel, dê di 8ê Kanûna Pêşîn de li Meydana Saeta Nû ya Himsê, wek rêzgirtinê ji şehîdên Mangirtina Saetê re, dest pê bikin, û li Navenda Çandê ya Himsê û paşê li Mala Operayê ya Şamê di rojên 11 û 12 yên heman mehê de, berdewam bikin.
Cendelî ji beşdaran xwest ku qutîyên şîrê zarokan bi xwe re bînin ji bo piştgirîya kampan, û tekez kir û got: “Ez vedigerim welatê xwe û mûzîka min a ku li penaberîyê mezin bûye bi min re ye… da ku ez awazekê deynim ser dilê bajarekî, û dengekî têxim hembêza welatekî de.” Di wan ahengan de, berhemên wî yên navdar wek “Wetenî Ene” anku ʺWelatê min Ez imʺ û ʺNeşîd El-Ehrarʺ anku “Sirûda Azadîxwazan” jî dê werin pêşkêşkirin.
Cendelî ji malbateke Himsî ye û li Almanyayê ji dayik bûye, wek yek ji girîngtirîn pîyanîstên cîhanê di vê serdema de tê naskirin. Ew yekemîn afrînerê Sûrî ye ku dabeşa muzîkî ji kevntirîn nivîsa mûzîkî ya cîhanê re, ya ku li bajarê Ugarêt ê Sûrî yê şûnwarî hatiye dîtin, saz kiriye.
Xelatên cîhanî wergirtine, ya herî girîng Xelata Azadîya Derbirînê ya sala 2011an ji bo strana wî ya “Wetenî Ene” ye, piştî beşdarbûna wî di xwepêşandaneke aştîyane di sala 2011an de, ya ku bûbû sedema îşkencekirina dê û bavê wî.