Şam-SANA
Sazîya Zimanê Erebî li Şamê, derîyê berbijêrîyê ji bo wergirtina xelata Şakir El-Feham ya taybet bi lêkolînên zimanê Erebî di warê rexne û analîzekirinê de, vekir.
Mafê her kesî û her sazîya zanistî heye ku kesê bixwazin wî bikin berbijêr, bi mercê ku berhema wî bi zimanê Erebî be û hîn pênc sal di ser weşandin wê re derbas nebûbin. Her weha berê tu xelat nestendibin û ne jî ji tezên zanîngehê hatibe wergirtin.
Xelat 5 milyon lîreyên Sûrî ye, û daxwaznameyên bebijêrîyê dê ta dawîya heyva Çirîya Pêşîn werin qebûlkirin.
Ev xelat wek rûmetdarîyê ji zanyar Şakir El-Feham re ye, ji ber rola wî ya di zengînkirina Edebîyata Erebî ya Kevnar de.