Îro li sînemayên Şamê di nav çalakiyên roja duyem ji xwenîşandana sînemaya şoreşa Sûrî de, 11 belgefîlmên ku derdeseriya xelkên Sûriyê û êşên koçberiyê û wendakirina xizm û hevalan didan xwuyakirin hatin pêşkêşkirin, ev yek tekeziyê li ser rola sînemayê di belgekirin û parastina bîrdanka komelayetî de dike.
Ber bi Qubleya Şerîf de
Li Dar el-Opera li Şamê, heft fîlmên cobecor hatin pêşkêşkirin, ji wan fîlman, filmekî bi navê “Ber bi Ke’beya Şerîf de” (2017) hebû, qehremanê wî filmî lîstikvanê bi navê Cîhad ’Ebdo ye, di wî fîlmî de behsa çîroka koçberekî Sûrî li Siwêsrayê tê kirin, yê ku hewl dide tevlî hemû astengiyên yasayî hevjîna xwe li gor şert û mercên ola Islamê li wê derê veşêre, di dawiyê de pîrejina siwêsrî ya bi navê Rolî alîkariya wî dike.
Yê Derbas dibe Hundir Wenda ye, yê Derdikeve Jidayik Dibe
Ev belgefîlmê bi vî navê li jorê, berhemeke hevbeş e di navbera Portekîz û Îmaratên ’Ereb ên Yekbûyî de, di sala 2020an de ji aliyê derhêner Welîd el-Medenî ve hatiye berhemdan, ev fîlm di 20 xulekan de, behsa serpêhatiya girtiyekî siyasî yê Sûrî, ji bajarê Mi’edemiyê ye dike, ev girtî di girtîgehên rêjîma têkçûyî de,rastî îşkencekirinê tê, di vî fîlmî de îşkencekirin û rewşa dijwar a girtiyan hatiye belgekirin.
Wemda
Belgefîlmê tomarkirî yê bi navê ″Wemda″ anko ronîdanek bilez li ser bûyrekê , ji aliyê derhêner ’Emro Hatim ’Elî ve di sala 2014an de hatiye derhênan, dengê keç û xortên şoreşa Sûrî li kolan û meydanan belge dike, da ku çirûskeke hêviyê di orta şer û cengê û bombeyan de çêkin, ev fîlm xwedî taybetmendiyeke hunerî ye ku di dema rewşên dijwar li orta Şamê dedikeve pêş.
Giyanên ku Bar Nekirine
Fîlmê bi navê “Giyanên ku Bar Nekirine”, yê ku ji berhemdana gurûpa Ibin el-Rehîbe ye û ji aliyê derhêner Xeyas el-’Eewş ve hatiye derhênan, rêwîtiyeke dîtber ya diltezên li bajarê Heresta yê gundewarê Şamê ye, çîroka vê rêwîtiyê ji aliyê pênc kesan ve ku xwestine di nav wêraniyê de bimînin tê vegotin, di wî fîlmî de, xweragirî û hêvî tên pîrozkirin, hêjaye ku amaje bi wê yekê bê kirin ku ev fîlm li ser ekrana kenala Cezîrê hatiye pêşkêşkirin û nûnertiya Sûriyê bi xurtî di pêşbaziyên hunerî yên navdewletî de dike.
Berbang
Fîlmê bi navê Şefeq anku Berbang, karekî romanî yê kurt e, ew beramberî û rûbirûbûna di navbera kesekî xwepêşander û lêpirsînkar de, di odeya lêpirsînê de ya leqeyeke ewlekariyê yê rêjîma têkçûyî pêşkêş dike, behsa çewisandina rewşenbîr û hunermendan, di seqayeke dijwar û metirsîdar de dike, ev fîlm ji şanoya bi navê “Şoreş Sibe ye dê ji bo Duh Were Paşxistin ” ya Exeweyin Meles hatiye iqtîbaskirin, û ji aliyê derhênerê Ferensî Romyo Du Martan ve hatiye derhênan, qehremanên vî fîlmî, Ehmed û Mihemed Meles in.
Sûriya Sirûda Azadiyê ye
Fîlmê Sûriya sirûda azadiyê ye, yê ku muzîk tevlî wê bûye û ji aliyê koraleke orkestralî ya ji Dar el-Opera ya Misrî ve hatiye pêşkêşkirin, di nav xwe de straneke niştimanî vedihewîne, ev stran bi pênûsa muzîkvanê Sûrî yê bi navê Malik Cendelî hatiye nivîsandin, gotinên wê ji giyanê kolanên Sûriyê û bûyerên şoreşê wergirtine.
Wendakirin
Fîlmê bi navê Fuqdan anku wendakirin, çîrokeke kurt e, rêwîtiya koçberiya ne rewa ya ber bi Misrê ve pêşkêş dike, ku di rewşeke ji nişka ve jiyana wan tê guhertin û êşên derûnî û fişarên li ser wan diyar dike, her weha rewşa wan ya piştî gihiştina peravên hêminî û aramiyê jî şirove dike, dayikek û keça xwe ya şîrmij di vî fîlmî de diyar in.
Firindeyê Agir
Salona Kindî Dummer, belgefilmê bi navê firindeyê agir pêşkêş kir, ev fîlîm yê derhêner Welîd el-Quwetlî ye, di 50 xulekan de hate pêşkêşkirin, derhêner di wî fîlmî de tekezîyê li ser wujdan û bîrdanka sûriyan ya tevahî kiriye, behsa hin buyerên ji jiyana xelkê û derdeseriya wan û rewşên dijwar yên ku tê re derbas bûne dike, ev kar belgekirirneke hunerî ye ku hûrgiliyên wan salên şoreşê di bîra mirovan de tîne. Di dawiya pêşkêşkirinê de, dîmenin dîtber yên derdeseriya zarokên ku di salên şoreşê de jiyana xwe jidest dane hatin pêşkêşkirin û bi wan dîmenan re li strana ″Zaroktiyê Bidin Me″ hate guhdarkirin.
Ev Derya ya Min e
Hola pêşkêşkirinê ya Kindî ya Şamê belgefîlmê dirêj ê bi navê ” Ev Derya ya Min e
” ya derhênerê Sûrî Mehmûd Hesen pêşkêş kir, şeş şahidhaliyên kesane tê de hene, behsa rêwîtiyek penaberiyê ya metirsîdar a di riya deryayê re dike, kesên rizgarbûyî hin ji wan di jiyana xwe ya nû de bi ser ketine, hinan gelek tişt ji dest dane, hin di xewnan de hin di nav êş û azaran de jiyane.
Ev fîlm deryayê wekî sembola reva ji dojeha şer û rêçeke ber bi hêviyan de diyar dike, lê ew rêç hezkeriyên mirovan ji wan didize. Ew derbirîn bi riya zimanekî dîtberî yê hestyar li ser bingeha bîranînên takekesî û komelayetî ava dibe.
Rexnegirê fîlm û rêveberê ofîsa medyayê li Saziya Sînema ya Giştî, Nîdal Qoşha, got ku ji dema derketina fîlm di sala 2023an de, bi çavê hezkirinê li Ewropa û Asyayê lê tê temaşekirin, ji ber ku ew serkeftina îradeya Sûrîyan li ser derdeseriyên şer û koçberiyê nîşan dide, her weha ev film derfeteke ku pê derdên Sûriyan di salên şer de dide nasîn, ji ber ku rejîma têkçûyî rastî ji xwe re vedişart, û gelek ji me nizanin ku çi tawan dijî Sûrîyên din hatine pêkanîn û di nav rûpelên salan de veşartî mane.
Dîdevaniyên Rizgarbûyan
Kesayeta rizgarbûyî Rif’et Hezîme got ku wî di sala 2013an de du zarokên xwe di bûyereke binavbûnê de ji dest dane, her weha got: ″ev kêşe ne ya min bi tenê ye, ya tevaya Sûriyan e″. Beyder bin Xanim jî dema ku dît çîroka wî yekemîn car li welatê wî tê pêşkêşkirin, hestên xwe anîn ziman û got:″ Hestên min têkel in, serfirazî, bêrîkirin û êş û azar tevlîhev in″.
Tê zanîn ku ev film beşek ji projeyê derhêner Mehmûd Hesen ê belgeyî ye, wek gelek begefilmên wî yên din ên serbora şoreşa Sûriyê ji cîhanê re şirove dikin.
Saziya Giştî ya Sînemayê, doh, xwenîşandana ″Filmên Şoreşa Sûrî ″ dest pê kir, ku ev yekemîn car e karek bi vî rengî piştî rizgarbûnê pêk tê, da derdeseriyên gelê Sûriyê yên 14 salên şoreşê diyar bikin, û ev çalakî dê ta roja Îna dahatî berdewam be.

