Şam-SANA
Wezareta Çandê hin nûçeyên ku li ser medyaya civakî belav bûne yên derbarê rawesitinaşanoyeke Alaxaweyn Malaspiştî ku hate iddia kirin ku posteke siyasî ji rexê wan ve hatiye belavkirn, red kir.
Wezaretê di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek jê gihîştiye SANA, zelal kir ku wan ti biryar an rênimayî ji bo rawesitinapêşandanên şanoyê yên têkildarî Alaxaweyn Malas dernexistiye, û tekez kir ku ev pêşandan dê bê navber berdewam bikin.
Wezaretê şîrove kir ku bûyer ji ber nelihevkirineke navxweyî ya di navbera karmendekî wezaretê û tîmê kard de bû, û polîtîka an rêça wezaretê nîşan nadê. Wezaretê dîse tekez kir ku wezaret her curên binpêkirina azadiya ramanê red dike û li ser bingeha nêrînên siyasî piştgirî nade û ti projeyek hunerî jî li gorî nêrînên siyasî ranawestîne.
Di dawî de Wezareta Çandê takid kir ku, di çarçoveya hemû plan û bernameyên xwe de, ew hewl dide da ku çandeke azadiya afirînerî û derbirînê xurt bike û piştgiriyê bide projeyên hunerî yên ku beşdarî dewlemendkirina dîmena çandî ya Sûriyeyê dibin, li ser bingeha vîzyona wê ya ku huner, bi hemû şeklên xwe, qadeke ji bo diyalog û avakirina hişmendiyê ye.