Şam-SANA
Diravê nû yê Sûrîyê îro kete warê bikaranînê. Ev gav ji alîyê navendên aborî û bazirganî ve wekî hewldanekê ji bo xurtkirina aramîya darayî hat binavkirin, ku dê bandoreke erênî li ser tevgera bazirganî û aborî ya welêt bike.
Serokê Sendîkaya Aborînasan Mihemed El-Bekûr ji SANAyê re tekez kir ku guhertoya nû ya dirêv dê proseyên bazarkirinê hêsan bike û demê kurt bike, her wiha dê barên girêdayî kirîn û firotina bi tibabên mezin ên pereyan sivik bike.
Banka Navendî ya Sûrîyê duh rênimayên cîbicîkirinê yên biryarnameya hejmar (293) ya sala 2025an a taybet bi guhertina diravê niştimanî derxistibû. Bankê dîyar kiribû ku proseya guhertinê ji sibeha roja Pêncşemê 01.01.2026an ve dest pê dike.