Şam-SANA
Çavkanîyekê ji Wezareta Hundirîn, piştrast kir ku hin çekdarên ji paşmayên rejîma rûxandî çalakîyên nerazîbûnê bi kar anîn û êrîş bi gulebandinê birin ser endamên hêzên Ewlekarîya Hundirîn. Di encama van êrîşan de hin endamên ewlekarîyê yên ku ji bo parastina xwepêşandanan hatibûn erkdarkirin, şehîd û birîndar ketin.
Çavkanîyê di daxuyanîyekê de îro got: “Em bang li gelê xwe yê li Herêma Peravê dikin ku li pey bangawazîyên ku di rûyê xwe de wekî xwepêşandanan xuya dikin lê di rastîya xwe de çalakîyên çekdarî ne, neçin.”
Her wiha lê zêde kir: “Girtina endamên komên çekdar ên girêdayî paşmayên rejîma rûxandî, didin eşkerekirin ku ew bangên ji bo xwepêşandanan, bi armanca handana li dijî endamên Ewlekarîya Hundirîn in.”
Ji dema rûxandina rejîma berê ve, komên girêdayî wê derketine holê, veguhastina sîyasî û dezgehên dewletê qebûl nakin. Van koman berê xwe dan handan û lidarxistina xwepêşandanan di bin dirûşmên parçekirinê de, da ku kolanan ber bi tundûtûjîyê ve bikşînin, û xwepêşandanan wekî serrûyeke sivîl ji bo êrîşkirina li ser hêzên ewlekarîyê û artêşê û xerabkirina milkên giştî bi kar bînin.