Quneytera-SANA
Hêzên Dagîrker ên Îsraîlê îro derbasî gundê Um El-Lûqis li gundewarê bakurê Quneyterayê bûn
Nûçegihanê SANAyê ragihand ku hêza dagîrker ji çar wesayîtan pêk dihat, derbasî gund bûn û hinek mal teftîș kirin berî ku ji deverê vekişin.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan bi rêya serdegirtinan, koçberkirina kotek, wêrankirina avahîyan û xirakirina erdên çandinîyê, sîyaseta dijminayetî û binpêkirinên Peymana Veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.
Sûrîyê berdewam daxwaza vekişîna Îsraîla Dagîrker ji axa Sûrîyê dike, û tekez dike ku hemû tedbîrên ku wê li başûrê Sûrîyê girtine, bê qîmet in û li gorî yasaya navnetewî ti bandoreke yasayî çênakin, û bang li civaka navnetewî dike ku berpirsyaryên xwe bigire û rê li ber kiryarên dagîrkerîyê bigire û wê neçar bike ku bi tevahî ji başûrê Sûrîyê vekişe û vegere Peymana Veqetandinê ya sala 1974an.