Lûksembûrg-SANA
Ofîsa Serjimêrîyê ya Ewropî Eurostat, hişyarîyê derbarê kêmbûna demografîk a mezin li welatên Yekîtîya Ewropayê dide, û pêşbîn dike ku heta sala 2050 nifûs bi rêjeya 9% kêm bibe, û dibe ta dawîya sedsalê bigihêje rêjeya 34%, eger koçberî raweste.
Raportê destnîşan kir ku Îtalya û Spanya di rêza yekem a welatên ku di bin gefa “hilweşîna demografîk” de ne, di dema ku Fransa û Îrlanda di rewşeke baştir de ne.
Tê pêşbînkirin ku Yekîtîya Ewropayê ta sala 2050, her sal derdora milyonek karker ji dest bide, ji ber kêmbûna karkeran bikin.
Pispor dibînin ku koçberî û berfirehbûn faktorên sereke ne ji bo çareserkirina kêşeya kêmbûna hejmara mirovan li welatên Yekîtîya Ewropî.