Dêrezor-SANA
Hat ragihandin ku li Dêrezorê zêdetirî 5 hezar mayîn ji teref artêşa Sûrîyê ve hatin bê tesîrkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin lîwayên endezyariyê yên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li parêzgeha Dêrezorê zêdetirî 5 hezar mayînên dijî-tank û dijî-personel bêbandor kirin. Hat hînbûn piraniya mayînên pir xeternak ji holê hatine rakirin.
Hat ragihandin herêmên ku mayîn lê hatine paqijkirin ev in:
Rêya di navbera Dêrezor û El-Meyadînê de
Zeviyên li Elbûkemalê
Herêmên li çolên El-Meyadîn û El-Eşara.

Hat hînbûn niha xebat ji bo paqijkirina tevahîya zeviyên çolê tê kirin. Hat diyarkirin ev xebat wekî beşek ji hewildanên ji bo ewlekirina erdê û hêsankirina vegera şert û mercên jiyanê yên ewle ji bo nifûsê tên kirin.









