Eman-SANA
Şandeyeke Wezareta Navxwe ku nûnerên her du Rêveberîyên Nehiştina Madeyên Hişbir û Hevkarîya Navneteweyî li xwe digire, serdaneke fermî li Baregeha Giştî ya Ofîsa Erebî ya Karûbarên Madeyên Hişbir û Tawanan li Emana paytexta Urdinê pêk anî.
Ev serdan di çarçoveya bihêzkirina hevkarîyên ewlehîyê yên herêmî û çalakkirina mekanîzmên xebata hevbeş a Erebî de, di bin sîwana Encumena Wezîrên Navxwe yên Ereb de hat.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Navxwe ku îro Înê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, şandeyê di gereke meydanî de li Rêveberîya Ewlehîya Giştî ya Urdinê, ji nêz ve agahdarî li ser pratîkên serkeftî û teknolojîyên nûjen ên li Navenda Fermandarî û Kontrolê, Rêveberîya Polîsên Erebî û Navneteweyî û Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir wergirtin.
Ev serdan di çarçoveya stratejîya wezaretê de tê ku armanca wê pêşxistina hevahengîya meydanî û zanyarîyê bi dewletên endam re û pevguhertina ezmûnên pisporî ye; da ku asta bersivdanê bilind bibe û mekanîzmên rûbirûbûna torên qaçaxçîtîya madeyên hişbir û sûcên rêkxistî yên sînorbir werin pêşxistin.