Terablus-SANA
Karbidestê Wezareta Derve ya Lîbyayê Tahir El-Baʼûr, duh Yekşemê, tekez kir ku jinûvevekirina balyozxaneya Sûrîyê li Terablusê, derfeteke girîng e ji bo pêşxistina hevkarîya dualî ya di navbera her du welatan de. Her wiha helwesta piştgirîya Lîbyayê ji bo Sûrîyê derbarê hewldanên wê yên ji bo avakirina dewleteke nûjen ku aştî û pêşketin tê de serdest bin, nû kir.
Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê daxuyanîya El-Baʼûr veguhest ku wî di dema beşdarbûna xwe ya di merasîma vekirina balyozxaneyê de ligel Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî gotiye: «Ev gava girîng rê li ber dîyarkina warên hevkarîyê di navbera Sûrîye û Lîbyayê de û berdewamîya civînan ji bo gotûbêjkirina rêyên pêşxistina mekanîzmayên wê vedike.»
Wezîr El-Baʼûr xemxurîya welatê xwe ji bo piştgirîya ewlehî, serxwebûn û serwerîya tam a Sûrîyê li ser axa wê nû kir, û anî ziman ku Lîbya piştgirîyê dide gelê Sûrîyê di rûbirûbûna êrîşên Îsraîlê de, û ev binpêkirin red kirin ji ber ku ew gef in li ser ewlehîya herêmî û navneteweyî.
Her wiha anî ziman ku bawerîya wî bi şîyanên gelê Sûrîyê heye, ji ber ku ew xwedan karînên şaristanî û zanistî ye, û kare tengasî û zehmetîyan li paş xwe bihêle û dewleteke bihêz û yekgirtî ava bike.
Banga ji bo Nûvedestpêkirina Karên Komîteya Hevpar
El-Baʼûr amaje bi wê yekê kir ku Komîteya Bilind a Hevpar a Lîbî-Sûrî, yek ji mekanîzmayên herî berbiçav ên hevkarîya di navbera her du welatan de ye, û dîyar kir ku komîteyê civînên xwe bi awayekî dewrî li dar dixisin, û encamên karên wê bûn egera îmzekirina gelek peyman û bîrnameyên lihevkirinê.
Navborî tekezî li ser girîngîya lêkolînkirina berdewamkirina civînên komîteyê bi awayekî dewrî kir, da ku derfetên nû yên hevkarîyê di qadên aborî, geşepêdan û xizmetguzarîyê de werin gotûbêjkirin.