Enqere-SANA
Balyozê Tirkîyê li Sûrîyê Nûh Yılmaz, tekez kir ku derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya dewletên piştgirên terorê, biryareke gelekî girîng e bo vegera wê li ser rêya siruştî ya aramî û geşepêdana wê, her wiha bo aştîya herêmê.
Yılmaz di nivîsekê de li ser platforma Xê, got: “Sûrîye, welatê dost û bira, di dawîyê de astengîya dawî ya li pêşîya tevlîbûna xwe li nava cîhanê rakir.” Her wiha da zanîn ku derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya dewletên piştgirên terorê, ne tenê ji alîyê asayîkirina rewşê, aramî û geşepêdana Sûrîyê ve girîng e, lê belê bo aramî û aştîya herêmê jî girîngîyeke wê ya mezin heye.
Yılmaz bal kişand ser wê yekê ku hêzên dixwazin aştî û aramîyê li herêmê peyda bikin, bi vê biryarê pêgeheke girîng bi dest xistin.
Yılmaz pîrozbahî da hemû alîyên ku di standina vê biryarê de cih girtine, û hêvî kir ku ev biryara ku mîna mizgînîya paşerojeke geş bo Sûrîyê ye, bibe çavkanîya xêr û bereketê bo gelê Sûrîyê û hikûmeta wê.