Cede-SANA
Tîma Niştimanî ya Sûrî di dawîya hevrikîyên gera sêyemîn a Olîmpîyada Navneteweyî ya Zanistên Atomî (INSO 2026) de medalyayeke zîv û du medalyayên bronz wergirtin.
Ev olîmpîyad ji alîyê Zanîngeha Şah Ebdilezîz ve li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî bi beşdarîya 19 welatan hatibû lidarxistin.
Xwendekar Kerem Helûm medalyaya zîv wergirt, her du xwendekaran Bişare Naşid û Ela Siûd jî medalyayên bronz bi dest xistin.
Ev serkeftin careke din şîyana ciwanên Sûrî nîşan dide ku dikarin hebûneke zanistî ya bilind û guncav bi navê Sûrîyê û sazîyên wê yên zanistî pêk bînin.
Ofîsa Ragihandinê ya Sazîya Enerjîya Atomî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Şemîyê dîyar kir ku vê serkeftinê Sûrîyê daniye pêşîya dîmena zanistî ya pêşbazîyê.
Ofîsê piştrast kir ku xwendekarên Sûrî xwedî şîyana hevrikîyê ne di yek ji olîmpîyadên herî hûrbîn û taybetmend ên warê zanistên atomî.



