Şam-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê bi tundtirîn şêwe hewldana armancgirtina sazîyên neftê yên li Şaneşîna Erebî ya Siûdî ya destexwişk bi rêya dronên ku ji alîyê milîsên ser bi Îranê ve ji axa Iraqê hatine şandin şermezar kir. Her wisa ev êrîş wekî binpêkirina ewlehî û aramîya Şaneşînê û gefeke li ser ewlehîya herêmê hesiband.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Duşemê, piştevanîya Sûrîyê ligel Şaneşîna Erebî ya Siûdî û piştgirîya wê ji bo hemû rêkarên ku ji bo parastina ewlehî, serwerî û yekparçeyîya axa xwe digire dupat kir. Li alîyê din jî, helwesta xwe ya ku bang li rêzgirtina serwerîya dewletan dike û redkirina her tiştê ku bibe sedema têkdana ewlehî û aramîya li herêmê, nû kir.
Wezareta Parastinê ya Siûdîyê îro berî niha ragihandibû ku wan pêşî li hejmarek dronan girtiye û rûxandine ku hewl dabûn sazîyên neftê li her du herêmên Rîyad û El-Şerqîyê bikin armanc.