Mekeya Pîroz-SANA
Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xeyr Şukrî belgeya rêkarên destpêkê û bernameya demî ya werza hecê ya sala 1448an a Koçî wergirt, di pêngavekê de ku wekî destpêka amadekarîyên pêşwext ji bo werza bê tê hesibandin.
Wezareta Ewqafê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê dîyar kir ku Wezîr Mihemed Ebû El-Xeyr Şukrî wekî nûnerê alîyê Sûrî ev belge wergirtiye, ev yek di dema merasîma “Xîtamuha Misk” (Dawîya wê misk e) de li Mekeya Pîroz pêk hat, bi amadebûna Rêveberê Hecê yê Sûrî Mihemed Nûr Erec û Rêveberê Nivîsgeha Îdarî Ehmed El-Hedad.
Ev pêngav girîngîya plansazîya pêşwext û hevahengîya berdewam nîşan dide, ku amadebaşîya şandeya hecê ya Sûrîyê xurt dike û dibe alîkar di bilindkirina asta xizmetguzarîyên ku ji bo hecîyên Sûrî di werza hecê ya sala 1448an de tên pêşkêşkirin.