Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir, di daxuyanîyekê ji peyamnêra SANAyê re, tekez kir ku Sûrîye ji bo vegerandina rola xwe ya dîrokî wekî pireke bejayî û rêbiwareke herêmî ya veguhestina kelûpelan di navbera Ewropa û Kendava Erebî de dixebite; ev yek bi rêya çalakkirina xetên tranzîtê û pêşxistina girêdana rêyên trênê yên di nav wê û welatên cîran de tê kirin.
Wezîr dîyar kir ku tevgera kamyonan ya ku berîya sala 2011an, salane ji 100 hezar kamyonî zêdetir bû, dikare demildest were vegerandin, piştî îmzekirina lihevkirinên li gora berjewendîyên welatên peywendîdar. Pêşbîn jî kir ku berîya dawîya sala 2026an, dê encamên berçav ligel Tirkîye, Urdun û Erebistana Siûdî werin bidestxistin.
Lê belê veguhastina bi rêya trênan, pêwîstîya wê bi demeke dirêjtir heye, ji bo nûkirina binesazîya wêranbûyî û xetên girêdana bi Tirkîye û Urdunê re.
Bedir amaje kir ku çareserîya stratejîk dê bi rêya avakirina xeteke trênê ya nûjen be, ya Şamê bi Urdunê ve girê bide û ji wir bigihîje Erebistana Siûdî, ya ku lêçûna wê bi sedan milyon dolar e. Her weha dîyar kir ku hevkarî ligel Banka Cîhanî heye ji bo dabînkirina pişgirîya teknîkî û darayî wekî bexşîn (ne wekî deyn) ku nirxê wê di navbera 65 û 200 milyon dolarî de ye.